bendê çandê -130/137
131. kevneşopiyeke nivîsandinê: îthaf
îthaf (sunu, adayiş) pêşkêşkirin ango xelatdayîna bo kesekî an bo çend kesan. weke termeke edebî îthaf, diyarîkirina nivîskar an jî şaîrekî bêyî ku li beranberî wê tiştekî hêvî bike, bi tenê bi mebesta nêzîktêdayîneke hezkirinê, evînî û manewî ye. di edebiyata trikî de cara ewil bi vatan yahud silistre (1873) ya namik kemal ev kefneşopiyê dest pê kiriye. hin kes jê vê kevneşopiyê dibine heta bi dema nivîsandina kutadgu biligê (1069) nivîskarên kurd bi piranî berhemên xwe diyariyî dê û bavê xwe, dapîr û bapîrên xwe, herwiha mamosteyên xwe ango kesên ku wan bi ser nivîsê de dehf danê de dikin. 132. hin îthafên xweş û balkêş diyarî; / ji bo kulîlka ji dara dê û bavê min; / xwişka min necla
arjen arî, payîza peyvê *
ji wan morîyan re / dema ku li rêyan li helbestê difikirîm û bûme kujerê wan
emin kaya, akvaryum konuşkani *
ji bo bavê min john fante. spas bo te dêqahbê muhteşem!
dan fante, bir taksicinin los angels hikayeleri
133. pir zimanî ango zimanek cîhanek e.
di dîrokê de poliglotê (pirzimanî) ewil kralê pontusê mithradades e (b.z. 132-63). mothersdades dikaribû bi zimanê 22 grûbên etnîk ên di bin hikûmdariya xwe biaxive. di dema îro yek ji mirovên ku herî zêde bi zimanan dizane zimannasê belçîkî johan vandewalle ye. johan vandewalle bi 35 zimanan dizane. michael l. chayt (1957) zaravayên kurmancî, zazakî û soranî jî tê de 8 zimana weke nêzîkî zimanê zikmakî dizane û nêzî 40 zimanî dixwîne û li ser wan lêkolînan dike. ne şaş bim cemil meriç (1916-1987) digot, kesên rewşenbîr zimanên din ên biyanî nizanibin jî dibe, bes bila zimanê xwe yê dayîkê baş bizanibin.
134. çawa dinivîsandin?
agatha crisite (1890-1976), benjamin franklin (1706-1790), d.h.lawrence (1885-1930), victor hugo (1802-1885) li şerşokê dinivîsandin. tolstoy (1828-1910) berê sibehê saet 6.00an dest pê dikir û dinivîsand. wirgina woolf (1882-1841) û ernst hemingway (1899-1961) şipiya dinivîsandin.
135. cafeyên dîrokî
lev trockî (1879-1940) û vladimir lenîn (1840-1902) di rojên xwe yên sirgûnê de li cafe central a li viyanayê li ser şoreşa rûsî nîqaş dikirin. fernando pessoa (1888-1935) şahpirtûkên xwe li cafe els brasileira ya lizbonên nivîsandin. emile zola (1840-1902) metnê xwe yê navdar suçluyorum (tawanbar dikim) di sala 1898an de li cafe de la paix a li parîsê nivîsand. berhemên picasso (1881-1973) cara ewil li cafe els quatre gatsê hatine pêşandan. mewlûd oguz madeya yekem a bêndera candê li espressolab a li ser îstîklalê nivîsî.
136. carinan ristek dibe tercûmanê gelek hestan ango şerh û beyana hel û hewalê me:
li ser rizgarî, serxwebûn û îhtîmala wê gelek tişt hatine gotin. tiştekî li vê risteya rehmetiyê arjen arî zêde bikim tune ye: “xewneke me bu rizgarî”
137. haikuyek
wext e min nameyek binivîsanda
bihûrîn çûn
şevên dirêj yên kanûnan
m.oguz
19.11.2017 yenibosna














