çavpêketina dawî*
bajarokê dêrîn, heskîfa girêdayî batmanê ku ji deh krîterên unescoyê nehan li xwe digire; bi hinceta bendaveke, bendeva ilisuyê, hat valakirin û wêrankirin. li ber çavê me û hemû dinyayê, kêlî bi kêlî av dide ser wê navçeyê û bermayiyên wê yên dîrokî.
yunisê 18 salî, beriya ku di bin avê de bîmîne bo cara dawî li mala xwe ya li raserî çêm dinêre û hinekî dihishise û diponije û bi dengekî dewixî dibêje, xopana avê ro bi ro zêde dibe û lê zêde dike, heta havînî, ne tenê heskîf û malka me.. sehaya me ya topê.. qinkê min ê kevoka jî wê di bin avê’d bimîne xal!
wextê me xatir ji hev xwest, yûnis kelogirî bû.
herî dawî, ev deng û ding li ser lêvên wî û paşê jî li ser ava ku êdî bûye gol û nema diherike lewlibîn: heya av nede hewşê, em ji mal dernakevin!
serê gulanê, bi îhtimaleke çêtir hezîranê, tê çaverêkirin ku heskîf, qurê û bexçeyên salihiyê, bi gotineke din, nav bîstanan bi tevahî di bin avê de bimînin lê, wêranbînî û kelogiriya yunisî dê heta hetayê di çarçoveya zemanî de hilawîstî bimînin.
*ev wêne&çîrok cara ewil di hejmara 14an flashhilat ê de (adar, 2020) û dûre jî di diyarnameyê de hatiye weşandin.











