Yekîtiya Kurdan
Çend partiyên kurdî yekîtiyek bi hev re çêkirin. Gereke çi biqewime û çi bicire piştî vî karî?.. Gelek kurdên dilpak û xeşîm û nezan û neserwext û nebîrbir, ez jî tevî wan, derhal li çepikan xistin û gotin: Aferim, aferim, hûn kurê camêrane.. Lê, mala xwedê ava, ne hemî kurd kawik û xeşîmin, da wek me bifikirin. De ka rewşenbîr, siyasî, zana û rêberên kurdan çawa fikirîn û çi kirin gava ev xeber bihîstin? Em binêrin!.
















