Cendekê me ji kîjan elementan pêk tê?
Nivîs Ramazan Badem Laşê mirovan ji gelek elementan pêk tê. Di nav van de yên sereke kîjan in? xaneyên me çiqas wext li ber xwe didin û dijîn? Ew xaneyên ku dimirin çi li wan tê? Ger xane xwe nû bikin nexwe çima em kal dibin? Belê, laşê me herî kêm ji 25 elementan çêdibe. Lê nêzî ji sedî 99ê laşê me ji 6 elementan pêk tê. Ev jî ev in; Ji sedî 1.5 jî ji Potasyûm, Sûlfûr, Sodyûm, Klor, Magnezyûm û gelekî kêm ji Bor, Krom, Kobalt, Sifir, Flor, Iyod, Hesin, Manganez, Molîbden, Selenyûm, Silîkon, Qilê, Vanadyûm û Çînkoyî pêk tê. Bi qasî 37 trilyon xane laşê me pêk tînin. Ev element tevî ku di van xaneyan de ne, di heman demê de di nav hêmanên din ên ji derveyî zara xaneyan de jî hene. Pir hindik, laşê zilamekî ji sedî 60 ji avê pêk tê. Ev jî nêzî 42 lître av dike. 23 lîtreyê wê di xaneyan de ye, 19 lître jî di derveyî xaneyan de ye. Ji ava derveyî xaneyan 8,4 lître şilava di nav şaneyan de ye, 3,2 lître jî şilava plazmaya xwînê ye. Temenê xaneyan çiqas e? Tevî ku xaneyên di laşê me de kêm-zêde di 7-10 salan de xwe nû dikin jî dirêjiya temenê her xaneyê ne wekî hev e. Emrê xaneyên notrofîl ku cureyekî xirokên sor ên di xwînê de ne bi tenê du roj in. Li aliyê din xaneyên di nava lensa çavan de jî heta dawiya temenê me bi me re dijîn. Heta xaneyên di mêjiyê me de ji me zêdetir dijîn. Di salên borî de lêkolîneran noronên mişkên temendirêj girtin û neqlî cirdan an jî koremişkên temendirêjtir kirin. Piştre hat dîtin ku temenê wan ji yê ku tê zanîn dirêjtir bûye. Read the full article














