Nivîs: Simon Worrall | Wêne: Andres Ruzo
Çemekî ku di kurahiya Amazonan de dikele, serpêhatiyan veduguherîne rastiyê.
Li gorî baweriyên herêmî Çemê ku dikele devereke wisa ye ku xwediyê hêzeke nuwaze ya spîrîtuel e. Di wêneyî de şamanek ji Rihê Dûxanê re klaman distrê ku ew bawer dikin ev rih diayên kevir, daristan û hemû afirîdeyan digihînin Yezdan.
Wekî çîrokeke Jules Verne ye: Çemekî wisa ye ku wekî ku ji navenda Cîhanê dizê, dikele û hemû zindiyên ku dikevin nav wî jî dikuje. Kaşifekî ciwan ê National Geographicê Andrés Ruzo cara ewil ev çem ji kalikê xwe bihîstiye. Ruzo dema dibe jeofizîkîst biryarê dide ku li vê çîrokê bikole bê ka rast e an zanist derbarê vê de çi dibêje. Di pirtûka xwe ya bi navê The Boiling River: Adventure and Discovery in the Amazon (Çemê Dikele: li Amazonan Kişf û Macera) yê de dikeve nav daristanên baranê yên Perûyê û dide pey vê nepenê.
Ruzo li mala xwe ya li Dallasê ji me re behsa lêkolînên xwe dike: Tişta ku dibe sedem ev çem hemû tiştî bikuje, çima hin şîrketên neftê kêrî daristanê tên û çima ewqas girîng e ku qada derdora Çemê Dikele were parastin.
Çemê Dikele di nav rastiyên zanistî û efsanewî de dimîne. Tişta ku bala te kişand û te li ser vê çîrokê lêkolîn kirin çi bû?
Min ev çîrok cara ewil li Lîmayê dema ez zarok bûm min ji kalikê xwe parçeyekî winda yê efsaneya bajêr ê zêrîn ê li Amazonan bihîstibû. Piştî demeke dirêj dema min doktoraya jeofîzîkê dikir ez li ser hûrguliyan sekinîm.
Read the full article